Nihat Kavşut
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê hêviyên kesên ku ji bo vî bajarî û vî welatî binpê bikin li pey firsendê ne careke din di qirika wan da bihêlin. Em meydanan ji wan kesan ra nahêlin ku dixwazin şewqa fethê ya li her mabed, gir û mala Stenbolê heye bitefînin. Em Stenbolê stûxwar nahêlin. Em ê yekîtî û pevrebûna milletê xwe heta dawiyê biparêzin. Em ê yekparçeyiya welatê xwe biparêzin û ji bo vê canê xwe jî bidin. Ji bo mayîndebûna dewleta me em ji tu fedakariyê narevin."
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di Bernameya Nasandina Namzedên AK Partiyê ya Stenbolê da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di hilbijartinê da Stenbol zehf girîng e û wiha got: "Ji bo em di hilbijartina Serokkomariyê da û li tevahiya Tirkiyê bigihên hedefên xwe divê em pêşî li Stenbolê bi ser bikevin."
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser girîngiya Stenbolê û wiha peyivî: "Di hizûra Rebbê me û ecdadê me da em soz didin Stenbolê û milletê xwe; Em ê tu carî destûrê nedin ku destê nemehrem bigihê vî bajarê ku Fatih bi eskerên xwe û rêberên xwe yên manewî fetih kiriye."
Serokomar Erdogan diyar kir ku wê Stenbolê stûxwar nehêlin û wiha axivî: "Em ê hêviyên kesên ku ji bo vî bajarî û vî welatî binpê bikin li pey firsendê ne careke din di qirika wan da bihêlin. Em meydanan ji wan kesan ra nahêlin ku dixwazin şewqa fethê ya li her mabed, gir û mala Stenbolê heye bitefînin. Em Stenbolê stûxwar nahêlin. Em ê yekîtî û pevrebûna milletê xwe heta dawiyê biparêzin. Em ê yekparçeyiya welatê xwe biparêzin û ji bo vê canê xwe jî bidin. Ji bo mayîndebûna dewleta me em ji tu fedakariyê narevin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da îdiayên dema pêvajoya avakirina AK Partiyê da çûye Pensilvanyayê derewand û wiha got: "Em neçûn Pensilvanyayê em çûne cem gelê xwe."