21 Gulan 2016•Rojanekirin: 23 Gulan 2016
ARTVÎN
Serokomar Erdogan: "Gel çi digot, digot 'em kesên ku li vî miletî bêbextiyê dikin di parlementoya gelê tirk da naxwazin. Di encamê da çi bû bi rayên 376 parlementeran ev bi cî hat."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Yusufeliya navçeya Artvînê xitabî gel kir.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Xwedê Tirkiyeyê di têkoşîna dijî terorê da bigihijîne serkeftinê û wiha got: "Ev têkoşîn bi îzna Xwedê wê bi ser bikeve. Niha ev rojên hanê rojên wan ê herî baş in."
Erdogan der barê pejirandina pêşniyaza guherîna destûra bingehîn ya ji bo parêzbendiyê da wiha got: "Do di Lijneya Giştî ya Meclisê da daxwaza gel bi cî hat."
Serokomar Erdogan diyar kir ku biryara der heqê parêzbendiyê da wê biryareke bi xêr be û wiha xeberda: "Gel çi digot, digot 'em kesên ku li vî miletî bêbextiyê dikin di parlementoya gelê tirk da naxwazin. Di encamê da çi bû bi rayên 376 parlementeran ev bi cî hat."