22 Gulan 2016•Rojanekirin: 23 Gulan 2016
KUWÊT
Muhammed Abdusselamê berdevkê Hûsiyan yê ku li Kuwêtê beşdarî muzakereyên Yemenê bû, got "Ev lijne ji bo bicihanîna tiştên li me ferzkirî tevlî muzekereyan nebûye, ji bo danîna diyalogên siyasî hatiye vêderê."
Abdusselam, li Kuwêta ku muzakere lê tên kirin, civîneke çapemeniyê li dar xist û tê da diyar kir ku taloqkirin û jê vekişîna muzakereyan pirsgirêkan çareser nake, heyeta me amadeye û bi Nûnerê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Îsmaîl Vîld Şêx Ahmed ra bi rêk û pêk hevdîtinan dike.
Abdusselam, lijneya hikûmetê ya ku 3 caran ji muzakereyan vekişî sûcdar kir û got: "Heke evana diyalog bixwesta wê ji ser maseyên muzakereyan ranebûna. Em ji bo bi cîh anîna tiştên li me ferzkirî nehatine vêderê, tiştên ku me di şer da qebûl nekir em ê gava siyasetkirinê jî qebûl nekin. Em ji bo danîna diyalogên siyasî hatine ."
Piştî bangewaziya NYê, li Yemenê aliyên ku şer dikin di 11ê nîsanê da agirbest îlan kiribûn. Li Kuwêtê, di 21ê nîsanê da muzakereyên aşîtiyê dest pê kiribûn. Civîna komîsyonên ku di nav da hêsîr û girtî jî hene di 14ê gulanê da dest pê kiribû.