17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
RIYAD
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ya ji bo qenala El-Erebiyye ya Siûdî behsa rûdanên li Sûriyeyê kir û wiha axivî, "Nuha derdê me yê serekî ew e ku gelo em çawa karin vê xwîna ku li Sûriyeyê diherike em bisekinînin, em çawa karin agirbestê çêkin."
Erdogan behsa êrîşên DEAŞê yên li dijî Tirkiyeyê û têkoşîna dijî wê rêxistinê kir û got, "Têkoş3ina me ya li dijî DEAŞa rêxistina terorê didome. Êrîşa DEAŞê ji Cerablûsê bo ser daweteke li Gazîentabê, ku 56 welatiyê me kuştibû, ev pêvajo xurttir kir. Piştî vê bûyerê digel Artêşa Sûriyeya Azad me xwe berda Cerablûsê."
- "Piştî paqijkirina Babê hedef Minbic e"
Erdogan dakete hûrgiliyan û wiha xeberda, "Li başûr bajarokê Dabiqê, me got pêdivê em Dabiqê vala bikin. DEAŞê li ber xwe da. Lê Dabiq hat valakirin. Nuha li Babê têkoşîneke dijwar heye. Ez wisa guman dikim di nava çend rojekî da wê Bab bê paqijkirin. Piştî paqijkirina Babê hedef Minbic e. Çimkî Minbic cihekî aîdê ereban e. Li wêderê YPG heye, PYD heye divê ew wêderê terk bikin."
- "Ka em navbera Cerablûs û Raiyê weke 'devera ewledar' rabigîhinin"
Serokkomar Erdogan anî ziman ku divê xalê da pêwistî bi piştevaniya Siûdî û welatên Kendavê heye û got, "Di vê xalê da di serî da Siûdî pêdiviya me bi piştevaniya Siûdî û welatên Kendavê heye. Ez çi ba vê dibêjim? Di serî da qeyrana penaberan heye. Li kû ne ev mirov? Beşeke mezin yan van mirovan li Tirkiyeyê ne. Nuha 2 milyon û 800 hezar xwîşk û birayên me yên sûrî li ba me ne. Di konan û konteyneran da dijîn. Lê em vê kafî nabînin. Em dibêjin ka em navbera Cerablûs û Raiyê, ber bi başûr va, bi qasî 30-40 kîlometroyî devereke paqijkirî çêkin û weke 'devera ewledar' rabigîhinin."
- "DEAŞ rêxistineke terorê ye û ti eleqeya wê bi îslamê va tune ye"
Erdogan derbarê DEAŞa rêxistina terorê da wiha axivî, "Divê em li ser vê yekê mitabiq bin ku DEAŞ rêxistineke terorê ye û ti eleqeya wê bi îslamê va tune ye. Ji Qaîdeyê veqetiya ye. rêxistineke terorê ye hes dikî bila îdia bike ku li ser navê îslamê tevdigere."
- "Hewla sernekeftiya derbeyê ya FETO di 15ê temûzê da"
Serokkomar Erdogan derbarê hewla derbeyê ya FETO ya di 15ê temûzê da wiha got, "Gelê me 15ê temûzê li dijî hewla derbeyê ya bêbext û namerd bi dilsozî li ber xwe da û bi sekna xwe ya bi îman ber bi şehadetê va meşiya û hewla derbeyê pûç kir."
- "Ez Îxwan Mislimînê weke rêxistina terorê li qelemê nadim"
Erdogan derbarê Rêxitina Îxwan Mislimînê da wiha axivî, "Ez Îxwan Mislimînê weke rêxistina terorê li qelemê nadim. Çimkî Îxwan Mislimîn ne rêxistineke çekdar e. Îxwan Mislimîn bizaveke ramanê ye."