MUŞ
Merasima mezûniyetê li Salona Konferansê ya Zanîngeha Muş Alparslanê hat kirin û Rektor Prof. Dr. Nîhat Înanç, alîkarên rektor, akademîsyen, xwendekar û weliyên xwendekaran beşdarî merasimê bûn.
Rektor Înanç di merasimê de axiftinek kir û wiha got: "50 xwendekar ji Beşa Çand û Zimanê Kurdî ya Enstîtuya Zanistên Civakî mezûn bûn û em ji bo vê gelekî kêfxweş in. Bi salan e ev zimanê ku Xwedê da însanan hat qedexekirin û asîmîlekirin. Lê şikir em îro dibînin ku ev ziman tevî her tiştî tune nebû û niha li vê salonê ji nû ve digihêje çand û dîroka xwe. Ez xwendekarên me pîroz dikim."
Merasim bi dayîna dîplomayan qediya.