ANKARA
Wezareta Perwerdeya Neteweyî par di programa dersên dibistanên navîn de lidarxistinek kir û dersa ziman û zaravayên zindî xiste nav dersên hilbijarî.
Di çarçoveya dersê de ji pola 5an pê ve, dersên kurmancî, adigeyî û abazayî wekî dersên hilbijarî tên dayîn.
Ji bo îsal jî Serokatiya Lijneya Terbiye û Telîmê (TTK) biryarek da. Li gorî vê biryarê zimanê lazkî jî girtin nav dersa ziman û zaravayên zindî. Êdî li dibistanên navîn û dibistanên navîn yên îmam xetîbê wekî dersên kurmancî, adigeyî û abazayî wê lazkî jî bê dayîn.
TTKê ji bo dersa Lazkî mifredat jî amade kir. Ji bo amadehiyê jî ji 'Ji Bo Zimanan Metna Serîlêdana Hevpar ya Ewropayê' sûdwergirtin.
Bi programê armanc ew e ku di dawiya pola 8an de ziman di asta bingehîn de bê bikaranîn. Di çarçoveya dersa zimanê lazkî de xwendekarên dê ders, guhdayîn, xwendin û nivîsandinê bibînin.