VAN
Li Vanê, êrîş li tîma tenduristiyê ya rewşa lezgîn hat kirin û di êrîşê de ajotvan û teknîsyenên tibî giran birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa wan nebaş e.
Wezîfedarên tenduristiyê piştî ku jineke ducanî ku li gundê Sevîndîka Gurpinarê dijî gihandin nexweşxaneyê, vegeriyan ser wezîfeya xwe. Lê dema dizivirine cihê wezîfeyê rastî êrîşa du kesên ku nasnameyên wan nediyar in, hatin. Di encama êrîşê de ajotvan û teknîsyenên tibî giran birîndar bûn. Li gorî agahiyan ajotvan B.L, personelên tenduristiyê B. A. û N. Ç. ku rewşa wan giran e, li nexweşxaneyê girtin bin tedawiyê.
Hat destnîşankirin ku wezîfedarên ewlekariyê ji bo girtina êrîşkaran dest bi xebateke berfireh kirin.