BITLÎS
Li Bitlîsê endamên BDP û Egîtim-Senê meşa perwerdeya bi zimanê zikmakî li dar xistin. Koma ku li Kolana Nûrê civiya, xwest heta navenda sûkê bimeşe. Polês nehişt girse bimeşe, li ser vê yekê di navbera polês û xwepêşandêran de pevçûn derket.
Parlamenterê BDPê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû ji polêsan re got ku dê kom li ser peyarêyê bê deng bimeşe, polêsan bi şerta dirûşme neyên avêtin û pankart neyên vekirin destûr dan meşê.
Koma ku gihişt navende sûkê dest bi dirûşmeyan kir, ji ber vê yekê di navbera polês û xwepêşandêran de ragêşî çêbû.
Koma ku li ber Mizgefta Mezin kom bû daxuyaniya çapemeniyê da û piştre çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyî kir.
Kom paşê belav bû.