Ferizat Kaya
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Wezîfedarên Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê yên navçeya Sirûcê, perwerdehî dan cotkaran.
Wezîfedarên Midûriyetê li gundan geriyan û der barê avdan, gubrekirin, dermankirin, piştgiriyê da perwerdehiyê dan cotkaran.
Midûrê navçeyê Mehmet Murat Yahlîzade ragihand ku armanc dikin ku cotkaran hînî metodên modern bikin û bi vê ewayê çandiniyê pêşve bibin.
Yahlîzade ragihand ku bi saya perwerdehiyê, pirsgirêkên cotkaran di cih de guhdar dikin û wiha dewam kir: "Piştî tespîtkirina pirsgirêkan, em dest bi çareseriyê dikin. Xebatên me yên çareseriyê dewam bikin. Em ji mixtarên xwe re dibêjin cotkaran bînin bal hev û telefonî me bikin bes e. Em ji bo perwerdehiyê bidin amade ne. Pirsgirêkên cotkarên me, pirsgirêkên me ne."