16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê piştî ku berf barî li navenda bajêr û li navçeyên Beytuşşebab û Uludereyê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, 3 roj in li bajêr berf dibare û ji ber berfê li navenda bajêr û gundên li ser bajêr û li navçeyên Beytuşşebab û Uludereyê dibistanên seretayî û yên navîn îro hatin tetîlkirin.
Her wiha personelên astengdar û ducanî yên ku di sazî û dezgehên qamûyê da dixebitin jî wê wek destûrxwestiyên îdarî bên hesibandin.