15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê ji ber berfê li navenda bajêr û li gundên girêdayî navendê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Li gorî agahiyê, li navenda bajêr û gundên li ser navendê ji duhê va berf bênavber dibare û ji ber hindê li deverên navborî îro navber dan perwerdeya li dibistanên seretayî û navîn.
Herwiha bona rojekê îzna îdarî jî dan personelên hemle û astengdar yên li dem û dezgehên fermî dixebitin.