Fatih Gazioğlu
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
KARS
Mamosteyên ku li mekteba seretayî ya Karaurgana li gundê Arpaçaya navçeya Qersê dixebitin paqijiyê mektebê bi xwe dikin û sobeyê hil dikin.
Midûra Mektebê Elîf Begum Ozden daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê îsal dest bi wezîfeyê kiriye û ji bo perwerdeya xwendekaran tiştê ku ji destê wan tê ew ê bikin. Ozdenê got ku zivistanên herêmê zehf zor derbas dibin û wiha axivî:
"Ez xelka Edeneyê me. Ji ber vê hînî germê bûme. Ev der ciyekî zehf sar e. Dîsa jî em bi kêfxweşî li vê derê dixebitin. Serê sibe ewil em sobeya mektebê hil dikin û piştra jî paqijiyê dikin. Ez li vê derê hem xedeme, hem mamoste û hem jî midûr im."
- "Li mektebê serî da tu melzeme tunebûn"
Mamoste Dîlan Çîlemnur Çavuşê jî got ku wan ewil kêmasiyên mektebê tespît kirin û dest bi temîrê kirine û wiha axivî: "Dema me dest bi kar kir li mektebê ji bo perwerdeyê tu melzeme tunebûn. Me ewil ew kêmasî temam kirin. Piştra me dest avête lojmanê û kêmasiyên li wê derê jî me temam kirin. Ji bo xwendekarên xwe me mekteb paqij kir û xalîçeyên xwe jî me şûştin. Hin gundiyan jî alîkariya me kir."
Çavuşê got ku tu ferqa zarokên wan û xwendekarên wan tuneye û wiha dewam kir:
"Em ji xwendekarên xwe gelekî hez dikin. Hêviya zarokên ku li bajêr dixwînin û yên ku li gundan dixwînin gelekî cuda ye.Me li gund ev tişt hê baştir dît. Hûn li vê derê dixwazin ji xwendekarên xwe re bibin bav û dayik û hemû îxtiyacên wan temam bikin. Ev hîseke gelekî cuda ye."
Xebatkarê mektebê Rahmî Aydinê ku bi saya bernameya ÎŞKURê dixebite jî got ku zivistanên herêmê zehf sar in û zor derbas dibin û wiha got:
"Zivistanên vê derê ji ber sermayê zor û zehmet derbas dibin, lê mamosteyên me cem me ne. Her dem dibine alîkar. Xwedê ji wan razî bibe. Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê boyax da me. Em ê bi piştgiriya mamosteyên xwe mekteba xwe jî boyax bikin. Em ji mamosteyên xwe gelekî razî ne."