Haydar Şahin
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 23 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Burcu Efendîogluya mamosteya 23 salî ya ku îsal tayîna wê derket gundekî Sirûca navçeya Şanliurfayê bi xebatên li ser medyaya civakî meşand va xwendingeha 60 salî tu dibê ji nû va ava kir û ji bo xwendekaran bû "mamosteya melek".
Burcuya mamoste ya ku îsal tayîna wê derket dibistana seretayî ya Kirmîta li sînorê Sûriyeyê ligel hemû şertên zor bi dilxweşî meslekê xwe didomîne.
Mamoste her roj ber destê sibê berê xwe dide dibistana 20 kîlomêtre li dûrî navenda navçeyê ji pola destpêkê hetanî pola 4an bi xwendekaran ra eleqedar dibe û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendingehê hewl dide.
Burcuya mamoste dema hat gund ji bo temîrata xwendingeha 60 salî gelekî xebitî, ji xeta av û ceyranê bigre hetanî boyaxê hemû kêmasiyên xwendingehê temam kir.
Mamosteya ku di heman demê da midûrtiya xwendingehê jî dike bi heman awayî ji bo temînkirina qiyafet, amûrên qirtasiyeyê û pêlîstokan jî dixebite û di dilê zarokan da cî gidre.

- Her tiştî bi peyamekê dest pê kir
Burcu Efendîogluya ji Osmaniyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Beşa Mamostetiya Polê ya Zanîngeha Gaziyê qedand û dest bi meslekê xwe kir.
Efendîogluyê got ku malbata wê pêşiyê li hember derket lêbelê dîsa jî wê meslekê xwe domand û wiha pê da çû: "Dema tayîna min derket haya min ji vê derê tunebû. Min digot mamosteyên din jî ew ê hebin lêbelê kes tunebû. Çaxê hatim vê derê min dît ku li xwendingehê temîrat lazim dike. Pêşiyê hinekê tirsiyam. Paşê min zarok dîtin û li ser vê got dibê ez tiştekî bikim."
Efendîogluyê got ji bo şert û mercên xwendekarên xwe bi yê xwendekarên bajêr ra wekhev bike dest bi xebatê kir û wiha axivî:
"Min di medyaya civakî da wêneyek par vekir û li ser nivîsî "Qelemek jî têrê dike, dest bidin hev". Paşê piştgiriyeke baş ji gel hat. Ji çar aliyên Tirkiyeyê û dervayê welêt alîkarî hatin. Nas û nenas gelek kesan ji me ra diyarî şandin. Me bi saya vê xwendingeha xwe boyax kir, tesîsata ceyranê kişand, mase û kursî temam kirin. Me paşê hewcedariya bi amûrên qirtasiyeyê dîtin. Amûrên paqijiyê temam kirin. Dema ku ev tiştan bûn min dît ku ez bi tenê nînim. Gelek însan ji bo armancekê kom bûn."
Efendîogluyê got zarokan şa dike û perwerdeyê dide wan bi saya vê dilê zarokan li xwendingehê xweş bû.
Efendîogluyê kir ku nika zarok naxwazin ji xwendingehê herin û wiha axivî: "Zarokan perwerdeya pêşdibistanê nedîtibû ji bo vê me bi hevîr û muzîkê dest bi xebatan kir. Ji ber avahiya xwendingehê min texmîn kir ku zarok ew ê nexwezin werin vê derê. Lewra dema zarok ji xwendingehê hez bikin her tim tên. Me xwendingehe wisa kir ku zarok bira jê neqetin. Bi saya vê zarok zehf kêfxweş bûn. Ji bo vê ez ji piştgirên me ra sipas dikim."

- "Kêfxweşiya zarokan ji min ra bes e"
Efendîogluyê got ku evahiyê mesaiya xwe ji bo xwendingehê xerc dike, dema diçe mala xwe jî ji bo xwendekaran dixebite û wiha pê daçû:
"Mala min li navenda Sirûcê ye. Ez her roj bi serwêsa xwendingeha gundê cînar têm û diçim. Dersên wan beriya yê me dest pê dikin. Ji ber vê jî her roj di saet 06.45an da digihêjim xwendingehê. Qasî saetekê li benda xwendekaran disekinim. Di vê demê da amadehiyên dersê dikim. Pêşiyê polê paqij dikim, paşê ji bo zarokan sobeyê dadidim. Ez di emrê xwe cara ewil li vê derê hînî sobeyê bûm. Paşê zarok tên û em dest bi dersên xwe dikin. Di nav rojê da gelekî diwestim lêbelê kenê rûyê zarokan û hembêzkirina wan têra min dike."

Semra Demiroka xwendekara pola 4an jî got ku bi saya Burcuya mamoste xwendingeha wan hat nûkirin, ji ber vê zehf kêfxweş bûn.
Demîrokê got gelekî jî mamosteya xwe hez dikin û wiha axivî: "Ji me ra qiyafetên kaw, pêlîstokên rengîn û amûrên qirtasiyeyê anîn. Kesên par xwendingeh qedandin nika dibêjin 'xwezila me jî bi we ra bixwenda'. Ez dixwazim wekî Burcuya mamoste bibim mamoste û zarokan perwerde bikim."