ANKARA
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) diyar ku di 20ê gulana îsal de, li çar aliyê Tirkiyeyê dê lîse neyên tetîlkirin. Di 19ê Gulanê de Cejna Werziş, Ciwanî û Bîranîna Ataturk tê pîrozkirin. Ji ber vê jî 20ê gulanê her sal ji bo lîseyiyan betlane bû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên wezaretê hatin hildan, salnameya xebata sala 2013 û 2014an hatiye temamkirin û ji bo sepandina wê jî ji teşkîlatên navend û melbendê re hatin şandin.
Nivîsa der barê mijarê de ji walîtiya 81 bajarî re hat şandin.