Özcan Yıldırım
17 Sibat 2022•Rojanekirin: 18 Sibat 2022
Serokê Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) Prof. Dr. Halîs Aygun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand rêbera serîlêdana Ezmûna Tesbîtkirinê ya Asta Zanîna Zimanê Biyanî (2022-YDS/1) li ser malpera înternetê ya "https://osym.gov.tr"yê hat weşandin.
Aygun got serîlêdan wê di navbera 17-28ê sibatê da bên kirin.
Aygun anî ziman ji bo endamên ezmûnê li her bajarî bikaribin bikevin ezmûnê wan hejmara navendên ezmûnê zêde kiriye û wiha dewam kir: "Heta îsal me YDSyê li 47 navendên 41 bajaran dikir, lê ji îsal pê va em ê li 87 navendên 81 bajaran bikin. Ji namzedên me ra li ser xêrê be."