Barış Yalçınkaya
11 Sibat 2022•Rojanekirin: 12 Sibat 2022
Li Agiriyê ji ber berfê ji bo sibê navber dan perwerdeyê
Li Agiriyê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê, li navendê û 3 navçeyan ji bo sibê navber dan perwerdeyê.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê li seranserê bajêr ji ber zêdebarîna berfê û şert û mercên neyênî yên hewayê, tedbîr hatine sitendin.
Hat ragihandin ku li navend û herwiha li navçeyên Eleşkirt, Xamûr û Taşliçayê, li hemî dibistanan 11ê sibatê roja îniyê tatîl e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku personelên dezgehên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam dê weke bi îzna îdarî bên hesêb.
Li hinek gundên Îdirê navber dan perwerdeyê
Li hinek gundên Îdirê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê, sibe dibistan tatîl in.
Berfa ku li herêmê dibare li hinek cî û waran bandora xwe zêde kir.
Ji ber barîna berfên li gundên Gokktaş, Aşagi Çiyrikli, Yukari Çiyrikli, Yenikoy, Helîmcan, Pîrlî, Surmelî, Halikişlak, Abbasgol, Doganyurt, Gulahmet û Kizilkelefeyê dê sibe perwerde neyê kirin.
Ji aliyekî din ve li cihên bilind ên ku berf li wan dibare bahoz û bager bi bandor e.
Li Başqeleyê xwedingeh hatin tetîlkirin
Li Başqeleya navçeya Wanê ji ber rewşa hewayê xwendingeh ji bo îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya qaymeqamtiyê da hat diyarkirin ku ji ber berfa zêde dibare û bagera radibe pêşdibistan, dibistanên seretayî û dibistanên navîn û lîse ji bo 100 sibatê roja înê hatin tetîlkirin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku personelên astengdar û ducanî jî ew ê bi destûr werin qebûlkirin.
Ji ber berfê xwendingehên li Erzincanê hatin tetîlkirin
Li Erzincanê ji ber şert û mercên hewayê li 3 navçeyan hemû xwendingeh hatin tetîlkirin.
Waliyê Erzincanê Mehmet Makas ji ser hesabê xwe yê medaya civakî daxuyand ku xwendingehên li navçeyên Tercan, Çayirli û Otlukbeliyê ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Walî di daxuyaniya xwe da got: "Ji ber şert û mercên hewayê 11ê Sibatê roja înê li navçeyên me yên Tercan, Çayirli û Otlukbeliyê ji bo rojekê dibistan hatin tetîlkirin. Jinên ducanî yên karmend û karmendên astengdar jî wê bi destûr bên hesibandin."