Haydar Şahin
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
ANKARA
OSYMyê encamên Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) eşkere kir. Kesên dixwazin dikarin li ser navnîşana "https://sonuc.osym.gov.tr"yê li encaman binêrin.
Li gor daxuyaniya di malpera OSYMyê da, nirxandina ezmûnên 30yê hezîranê û 1ê tîrmeha 2018an yên YKS-2018ê hat temamkirin.
Wekî mayîn biryar hat dayîn ku bersiva pirsa 41î ya Testa Îngilîzî ya Rûniştina Zimanên Biyanî ya YKSyê "C" hatibû eşkerekirin lêbelê bersiv "D" ye.
Namzed dikarin li ser navnîşana "https://sonuc.osym.gov.tr"yê bi nimareya welatîbûnê û şîfreyên xwe li encaman mêze bikin.