Demirtaş li vir axivî û daxuyand ku ÎHDyê bandor li ser nêrînên wî û kesayetiya wî kir ku eleqeya wî ya siyasî zêde bibe.
Demirtaş di ziyareta xwe de diyar kir ku heke saziyên wek mafên mirovan tunebûna, li Tirkiyeyê maf dê bihatana binpêkirin û rewşeke wek salên 90î dê çêbûya û wiha axivî:
"Bila kes nebêje ku 'ev hikûmet hat, gelek tişk kir, mûcîze kirin, pêşveçûnên şoreşî pêk hatin' û pesnê polîtîkayên hikûmetê nedin. Heke piştgiriya civakî ya sîvîl nebûya, têkoşîna wek rêxistinên mafên mirovan nebûya , AKPyê ne dikaribû ji hêla binpêkirina mafên mirovan ve bi tena serê xwe gav biavêtana, ne jî dikaribû van tiştan bixista rewacê. Ji ber vê em deyndarê parêzkarên mafên mirovan e."
Demirtaş got ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan bi giştî xelas nebûye, lê li gor salên 1980 û 1990an baştir e.
Namzedê Serokomar Ekmeleddîn Îhsanoglu ji bo hilbijartina serokomariyê hinek pere ji bo kampanyaya hilbijartina serokomariyê li ser hesabê Demirtaş razand. Demirtaş der barê vê mijarê de jî wiha axivî: "Jixwe gotiye ku bi armanca centilmeniyê û ji bo ku ev pêşbazî bi awayekî demokratîk çêbibe şandiye. Piştî van gotinên wî tiştekî ku em bibêjin tune. Em ancax dikarin sipasiya wî bikin."
Piştî ziyareta ÎHDyê Namzedê Serokomar û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş çû ziyareta Navenda Giştî ya Egîtîm Senê jî.
Demirtaş li wir jî axivî û got ku ew ji bo kesên ku piştgiriya wî dikin sipas dike.
Demirtaş got ku ew ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin û wiha axivî: "Îstatîstikên hilbijartinê yên berê, encamên sandoqan ji bîr bikin. Lewra ew ne pîvan in. Encamên ku her kesî şaş û metel bihêlin dê derkevin holê. Bi xebatê ve hûnê bibînin ku em ê encamên ku her kes metel dimîne derxin holê.
Demirtaş got ku li welêt tirk û misilman jî zilm û tedê dibînin û wiha pê de çû:
"Vî Serokwezîrî tirkperestî û îslamperestî kir û bi ser ket û destek dît, îcar niha jî bi vê destekê sûcan dike. Ango ku li derekê cinayetan dike li wê derê şopa xwe, nasnameya xwe dihêle. Dibêje 'Min tiştek nekir'. Divê tirk û misilman ji bo van tevgerên wî îsyan bikin. Divê misilman bibêjin ku tu nikarî kesî cinayetan bikî. Divê misilman bibêjin ku 'Tu nikarî zarokekî ku biçe nan bistîne bikujî û pişt re jî li ser navê me dayîka wî bidî şermezarkirin.' Divê tirkek rabe bibêjê ku 'Tu nikarî heqaretê li zimanê kurdan bikî, divê kurdek rabe mafê elewiyekî biparêze, zilamek rabe bibêje ku 'hûn nikarin zext û zorê li ser jinan bikin'. Ango em ê mafê kesên din biparêzin, kesên din jî dê mafê me biparêze. Bi vî awayî em ê bibin em."
Demirtaş got ku rayek jî ji bo wan girîng e û divê gel xwedî rayên xwe derkevin ku ray neyên dizîn.
Demirtaş daxuyand ku hewcedariya wan piştgiriya karsazan û esnafan heye.