Haydar Şahin
04 Tebax 2018•Rojanekirin: 05 Tebax 2018
ANKARA
Enstîtuya Zanistên Edlî û Enstituya Zanistên Ewlehiyê yên ku di banê Akademiya Polêsan da xebatên xwe didomînin ew ê xwendekarên lîsansa bilind û doktorayê hildin.
Di daxuyaniya Serokatiya Akademiya Polêsan da hat diyarkirin ku ew ê di heyama ewil û ya duduyan da xwendekarên lîsansa bilind û doktorayê hildin Enstîtuya Zanistên Edlî û Enstituya Zanistên Ewlehiyê.
Namzed ji bo ku werin qebûlkirin dibê di ezmûna zimanên biyanî da herî kêm 40 ji bo beşên bi Îngilîzî perwerdeyê didin herî kêm 75, di ezmûna ALESê da herî kêm 55 puanan bistînin, ji bo doktorayê jî dibê di ezmûnên ALES û zimanê biyanî da herî kêm 55 puan sitandibin.
Armanca Akademiya Polêsan ew e ku îmkana pisporiya ewlekariya navneteweyî, terorîzm, radîkalbûn, rêveberiya ewlekariyê, analîza sûcan, krîmînalîstîkê, ewlehiya gihandinê û îstixbaratê bide xwendekaran.
Serîlêdan ew ê di navbera 6 û 17ê tebaxê da werin kirin.
Kesên eleqedar ji bo belgeyên tên xwastin û hûrgiliyên agahiyan dikarin li malpera "www.pa.edu.tr"yê bişopînin.