Xeberên saziyî

Rojnamegerên Azerbeycanî yên ku Perwerdehiya Nûçegihaniya Şer a Heyama 18an xelas kirin sertîfîkayên xwe hildan

Aybüke İnal Kamacı  | 20.08.2021 - Rojanekırın : 21.08.2021
Rojnamegerên Azerbeycanî yên ku Perwerdehiya Nûçegihaniya Şer a Heyama 18an xelas kirin sertîfîkayên xwe hildan

Ankara

 Perwerdehiya Nûçegihaniya Şer a Heyama 18an bi hevkariya Ajansa Anadoluyê (AA), Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) û Akademiya Polêsan va hat kirin û 22 xebatkarên çapemeniyê yên Azerbeycanî ku perwerdehî xilas kirin, sertîfîkayên xwe hildan.

Di çarçoveya Bernameya Perwerdehiya Nûçegihan (MEP) a TÎKAyê da ku bi piştevaniya Ajansa Pêşketina Medyaya Azerbeycanê va ji bo perwerdekirina nûçegihanên bikarin di demên şer, afat û rewşên derasayî da bixebitin perwerdehî hat dayîn û di encama "Perwerdehiya Nûçegihaniya Şer a Heyama 18an" da jî ji bo sertîfîka dayînê merasim hat kirin.

Di merasima ku li Akademiya Polêsan a Golbaşiyê hat kirin da rojnamegerên beşdarî perwerdehiyê bûbûn sertîfîkayên xwe hildan.

Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Mehmet Aktaş, Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz, Serokê Akademiya Polêsan Prof. Dr. Yilmaz Çolak, Serokê Daîreya Şirîkatî û Têkiliyên Derva yên TÎKAyê Ugur Tanyelî beşdarî merasimê bûn.

- Li herêmê 422 endamên çapemeniyê yên dîlgirtî hene

Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz jimara rojnamegerên ku li ser kar bûn û di dema karê xwe dikirin da wefat kirin parve kir.

Karagoz destnîşan kir ku rejima Beşar Esed û komên terorîst ên Îran piştgirên wan e ji Adara 2011yî heta 3ê Gulana 2020î li Sûriyeyê 551 rojnameger kuştin, di êrîşên hewayî da 22 rojnameger, di êrîşên DEAŞê da 64, di êrîşên terorîstên YPG/PKKê da jî 33 endamên çapemeniyê hatin kuştin û niha li wê derê 422 xebatkarên çapemeniyê jî dîlgirtî ne.

Karagoz bi bîr xist ku ji Ajansa Anadoluyê jî 4 endamên çapemeniyê di dema şerê li Sûriyeyê da hatin kuştin û ragihand ku li gor rapora Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) jî li Efxanistanê ji 30yî zêdetir, li Iraqê ji sala 2003an vir va 455 rojnameger, li Libyayê di navbera 2011-2019an da 14 û li Filistînê jî di êrîşên Îsraîlê da 46 endamên çapemeniyê hatin kuştin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Karagoz destnîşan kir ku karê rojnamegeriyê karekî zor û zehmet e û wiha domand: "Ermenistanê wan deran dagir kir û ji ber tepinkên li Kelbecerê binerdkirî 3 birayên me yên Azerbeycanî can dan û 4 birayên me yên Azerbeycanî jî mixabin birîndar bûn. Bi tenê ne di dema şer da piştî şer jî jiyana me rojnamegeran di bin rîskeke mezin da ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.