Xeberên saziyî

"Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 15emîn" a AAyê dest pê kir

Bi tevkariya AA, Akademiya Polêsan û TÎKAyê di çarçoveya Bernameya Perwerdeya Nûçegihanan a TÎKAyê da ji bo perwerdekirina nûçegihanên ku wê di şer, afat û rewşên derasayî da wezîfeyê bikin.

İbrahim Atmaca  | 22.07.2019 - Rojanekırın : 23.07.2019
"Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 15emîn" a AAyê dest pê kir

Ankara

Bi tevkariya Ajansa Anadoluyê (AA), Akademiya Polêsan û Serokatiya Ajansa Tevkariya Tirk û Kordînasyonê (TÎKA) di çarçoveya Bernameya Perwerdeya Nûçegihanan a TÎKAyê da ji bo perwerdekirina nûçegihanên ku wê di şer, afat û rewşên derasayî da wezîfeyê bikin "Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 15emîn" dest pê kir û îsal cara ewil bi zimanê Erebî tê lidarxistin.

Kordînatorê Projeyên Perwerdeya TÎKAyê Mustafa Haşîm Polat di merasima vekirinê ya li kampusa Anittepeyê ya Akademiya Polêsan da axivî û li ser girîngiya perwerdeya nûçegihaniya şer sekinî.

Polat diyar kir ku di çarçoveya bernameyê da rojnamegerên ku berê perwerde bûn him canê xwe him yê hinekên din xelas kirin û wiha dewam kir, "Nûçeyeke ku nûçegihanek dinvîse an jî wêne û dîmeneke ku dikşîne carina dikare şer jî derxe, carinan dikare şerekî bi dawî bike."

Midûrê Akademiya Nûçeyan a AAyê Cîhangîr Îşbîlîr jî got ku ji 11 welatan 21 rojnameger beşdarî vê perwerdeyê bûn û ew bi mazûvaniya wan kêfxweş bû û bi bîr xist ku heta niha ji 32 welatan nêzî 350 kesî ev perwerde hilda.

Îşbîlîr diyar kir ku armanca vê perwerdeyê xurtkirina kapasîteya medyaya herêmî ya herêmê, rojnamegeriya aştiyê û nûçegihaniya wijdanê ye û wiha dewam kir, "Ji sedî 60î zêdetir pevçûnên li dinyayê li herêma me ne. Li hemberî me medyayeke kurewî ya ew qas mezin heye ku li peyê rêgezên nivîsandina nûçeyê neketine, li peyê têgihîştina nûçeyê ketine."

Îşbîlîr destnîşan kir ku bername wê 12 rojan dewam bike û pispor wê tê da perwerdeyê bidin, Midûriya Giştî ya Emniyetê, Artêşa Tirkiyeyê û Serokatiya Afat û Rewşa Acil wê bi kadroyên xwe yên perwerdekirî va piştgiriyê bidin.

Cîgira Midûrê Şaxa Perwerdeya Xizmeta Navxweyî ya Akademiya Polêsan Leman Kayalarê jî got ku agahiyên ku di dersan da tên dayîn wê di jiyana kar da jî kêrî nûçegihanan were.

Perwerde wê heta 2yê tebaxê dewam bike. Armanca bernameyê perwerdekirina nûçegihanê operasyonel in da ku di şer, afat û rewşên derasayî da wezîfeyê bikin.

Perwerde wê cara ewil bi zimanê Erebî were dayîn û wê 12 rojan dewam bike.Di bernameyê da 26 dersên cuda hene, 62 saet jê pratîk bi tevahî 108 saet ders w werin dayîn.

Di dawiya perwerdeyê da sertifîkayeke ku li qada navneteweyî jî derbas dibe, wê were dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.