Jiyan

Zerîfeya Sûriyeyî bi xeyala roja ku wê bimeşe dijî

Zerîfe Mihemeda ji Kobaniyê ya ji banê xanî li erdê ket û bû felc xeyala roja ku wê bimeşe dike

Türkan Tosun  | 13.06.2019 - Rojanekırın : 20.06.2019
Zerîfeya Sûriyeyî bi xeyala roja ku wê bimeşe dijî

Şanlıurfa

Zerîfe Mihemeda (16) Sûriyeyî ya ji banê xanî li erdê ket û bû felc, paşê ji ber şerê navxweyî bi malbata xwe va xwe spart Tirkiyeyê tedawî dibe ku dîsa bimeşe.

Zerîfe Mihemeda ji Kobaniyê 5 sal berê ji banê xaniyê xwe erdê ket û bû felc.

Malbata wê ji ber şerê navxweyî xwe sparte Tirkiyeyê û li Sirûca navçeya Şanliurfayê dijî.

Mihemedê li Tirkiyeyê tedawî dibe ku dîsa bimeşe û wiha axivî: "Pênc sal e ez di hundir da me. Diya min xizmeta min dike, lê pişta wê jî fitiq e, ji ber vê nikare min hilde û dayne. Ji navikê jêrê pê va ez seqet im."

Mihemedê got ew li Nexweşxaneya Zanîngeha Gazîentabê emeliyet bûye, paşê dîsa li Nexweşxaneya Dewletê ya Şanliurfayê emeliyet bûye û pişra jî di Zanîngeha Heranê da du meh û nîvan tedawiya fîzîkê dîtiye.

Mihemedê ji xêrxwazan alîkarî xwest û wiha got: "Tedawiya fîzîkê û emeliyet nebûn çare, ez nikarim herim mektebê. Ez dixwazim wek hevalên xwe rabim li ser piyan bimeşim û herim mektebê. Bavê min jî ji ber ku milê wî seqet e nikare bixebite. Ez ji xêrxwazan alîkariyê dixwazim. Em li Tarsusê çûn nexweşxaneyek taybet, li wir gotin ez dikarim bimeşim, lê ji ber ku debara me nebaş em nikarin herin wir."

- "Em ji xêrxwazan alîkariyê dixwazin"

Medîne Mihemeda diya Zerîfeyê jî got ew bi alîkariya xêrxwazan debara xwe dikin û wiha dewam kir: "Ji bo ku qîza min baş be ez ji rayedaran alîkariyê dixwazim. Qîza min beriya ku bikeve vê rewşê li malê alîkariya min dikir, diçû mektebê û dikaribû bilîze. Ji ber ku ew kete vê rewşê pir li ber xwe dikeve. Gelek caran naxwaze bi me ra xeber bide. Ji ber ku tiştek ji destê me nayê em jî pir li ber xwe dikevin. Bila qîza min baş bibe, hema em li kuçeyê jî dikarin bijîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın