27 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
CALAÎS/JUNGLE
Tehliyekirina kampa penaberan a Jungleyê ya Fransayê temam bû lê nêzî hezar penaber û zarokên bêxwedî yên qeyda wan nehat girtin û li meydanê man.
Waliya Pas-de-Calaîsê Fabienne Buccio daxuyanî da çapemeniya Fransayê û diyar kir ku operasyona ji bo tehliyekirina kampa Jungleyê hat kirin temam bû û 5 hezar û 596 kes bi serfirazî hatin tehliyekirin.
Lê qeyda nêzî 100 zarokên ji 18 salî biçûktir ku li ber derê navenda penaberan a berwext sekinîne nehatiye girtin û ji wan ra gotine ku herin nav konteyniran.
Deriyê navendê li zarokan girtin
Rêveberiya cihê konteyner lê ne jî zarokên ku qeyda wan nehatiye girtin qebûl nekir û li ser vê hin zarok li navendên komeleyên xêrxwazan şeva xwe derbas kirin û hin ji wan jî li ber derê cihê konteynir lê ne li derva mabûn.
Zarokên bêxwedî yên ku serê sibehê zû rabûn û li ber derê cihê qeyda penaberan tê girtin kom bûn û ketin rêzê lê hat gotin ku wê navend êdî venebe.
- Rewşa zarokan ne diyar e
Komeleyên xêrxwaz ên ku li Jungleyê kar dikin û hewl didin ku xwe bigihînin rayedarên fransayî lê der barê rewşa zarokan da hê daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Bi tenê ne zarok qeyda nêzî hezar penaberî jî nehat girtin û tê zanîn ku ji wan hin kes çûn Parîs, Belçîka û Almanyayê. Wisa tê texmînkirin ku hin penaber jî di avahiyên vala yên li Calaîs û derdora wê da bi cih bûne.
Tê gotin ku ji bo penaberên nehatine qeydkirin wê ji bo demekê kampeke biçûk a wek Jungleyê bê avakirin.