Jiyan

Vegera xelkê Sûriyeyê ya ber bi herêmên ji terorê safîkirî berdewam e

Vegera xelkê Sûriyeyê ya ber bi herêmên ku di çarçoveya operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê da ji rêxistinên terorê hatin paqijkirin, dewam dike.

Önder Beyter  | 20.11.2018 - Rojanekırın : 21.11.2018
Vegera xelkê Sûriyeyê ya ber bi herêmên ji terorê safîkirî berdewam e

Kilis

KILÎS

Vegera xelkê Sûriyeyê ku ji şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û xwe spartin Tirkiyeyê, ber bi herêmên ku di çarçoveya operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê da ji rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê hatin paqijkirin, dewam dike.

Piştî miemeleyên li Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Tesîsên Hêsabûnê yên Oncupinara Kilîsê, qedera 400 Sûriyeyî ku di navê da jin û zarok jî hene û li parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê dijîn, di çarçoveya Bernameya Vegera Dildarî da bi minîbusan şandin welatê wan.

Xelê Sûriyeyê Cefer Mihemed di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew 4 sal berê hat Tirkiyeyê û lewma jî niha ji ber ku vedigere, ew hem xemgîn e û hem jî kêfxweş e.

Mihemed got ku di heyama ku wî li Tirkiyeyê derbas kir da peywendiyên wî û cîranên wî baş bûn û wiha dewam kir, "Li Sûriyeyê herêmên ku em berê lê diman, bi operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va ji terorê hatin safîkirin. Lewma min jî biryara vegerê da."

Mihemed diyar kir ku ew pir ji Tirkiyeyê hez dike û herwiha ji ber ku vedigere welatê xwe jî ew pir kêfxweş e û wiha dewam kir, "Xwedê ji herkesî razî be. Înşelah hemû hevalên me jî dê vegerin Sûriyeyê."

Ji ser Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgeha Kilîsê ra di çarçoveya Bernameya Vegera Dildarî da di rêbendan-cotmehê da qedera 17 hezar Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın