Jiyan

Li Sêrtê bo xatirê Şeva Mewlûdê şorbe û çay dan welatiyan

Li Sêrtê du esnafan bo xatirê Şeva Mewlûdê şorbe û çay îkramî welatiyan kir

Fatih Gazioğlu  | 20.11.2018 - Rojanekırın : 21.11.2018
Li Sêrtê bo xatirê Şeva Mewlûdê şorbe û çay dan welatiyan

Siirt

SÊRT

Li Sêrtê Murat Aldemîr û Sînan Caravê esnaf bo xatirê Şeva Mewlûdê şorbe û çay dan welatiyan.

Murat Aldemîrê xwediyê xwaringeha şorbeyê got me xwest ku bo xatirê Şeva Mewlûdê xêrekê bikin û wiha axivî "Me jî got em şorbê bidin welatiyên xwe. Me qasî 800 sênîk şorbe ji bo xêra pêxember da welatiyan. Xwedê nesîb bike her sal vê xêrê emê bikin."

Miftiyê Sêrtê Ahmet Altiok jî beşdarî dayîna şorbeyê bû û wiha axivî: "Xwedê xêra van esnafan qebûl bike. Ev tiştekî gelekî baş e. Ez xêrên wisa ji hemû kesî re tewsiye dikim. Divê em her dem xêra bidin û pêxemberê xwe tu carî jî bir nekin."

Sînan Caravê xwediyê çayxaneyê jî qasî hezar şûşe çay da welatiyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın