Jiyan

Ji Belçîkayê bona zarokan pêlav û mont şandin Bazîdê

Karsazên Tirk yên ku li Belçîkayê dijîn ji bo xwendekarên li Bazîdê dixwînin pêlav û mont şandin

Fatih Gazioğlu  | 20.11.2018 - Rojanekırın : 21.11.2018
Ji Belçîkayê bona zarokan pêlav û mont şandin Bazîdê

Ağrı

AGRI

Karsazên Tirk yên ku li Belçîkayê dijîn ji bo xwendekarên li Bazîda navçeya Agiriyê dixwînin pêlav û mont şandin.

Alîkarî bi organîzasyona Komelaya Karsazên Pîşesaz a Memleketparêz (MÎSÎAD) va hat kirin. MÎSÎAD li dinyayê 30 welatên cuda fealiyetan dike û gelek caran alîkariya cilan dide xwendekaran.

Komeleyê di çarçoveya vê xebatê da 250 mont û pêlav şandin Bazîda navçeya Agiriyê. Alîkariya cilan li mekteba Seretayî ya li gundê Dalbahçeya ji hêla mamosteyan va li xwendekaran hat belavkirin.

Alîkarê Serokê MÎSÎADê yê Şaxa Belçîkayê Kadîr Yucelbaş got ku divê meriv hemû tiştan ji dewletê nexwaze û ew jî tiştekî bikin û wiha axivî:

"Ji bo welat û gelê me tişta ku ji destê me tê em ê bikin. Ji bo xwendekarên feqîr çi hewce bike em ê bişînin. Ez ji vê derê bangî hemû karsazan dikim, werin hûn jî piştgiriyê bidine vê kampanyayê. Eger hûn jî alîkarê bidin em dikarin şert û mercên xwendekarên me yên perwerdeyê hê baştir bikin."

- "Em bicemidin jî em dikarin destê xwe bikin bêrika montê xwe"

Hîvda Kasirgaya ku diçe mekteba navîn a gund got ku ew bi saya montan îsal nacemidin. Kasirgayê got ku hewcedariya wan bi pêlav û montan hebû û wiha dewam kir: "Em ji ber vê alîkariyê gelekî spasdar in. Êdî montên me hene, em bicemidin jî êdî em dikarin destê xwe bikin bêrika montê xwe da û germ bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.