Vegera kurdên Sûriyeyê yên ku xwe sipartin Tirkiyeyê, dewam dike û kurd vedigerin Kobanê.
Kurdên sûriyeyî yên ku 8 meh berê ji ber êrîşê DAEŞê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê, piştî ku rêxistina terorê ji herêmê vekişiya, peyder pey vedigerin welatê xwe.
Nêzî hezar kesên ku piştî pevçûnan li bajarên curbecur bi cih bûn, cardin bi eşyayên xwe yên ku bi xwe re anîbûn ve, hatin Sirûcê ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê.
Li ber derî piştî ku polês ew kontrol kirin, li navenda mobîlê ku bi destê Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acîlê ya Serokwezîriyê (AFAD) hat avakirin, qeyda wan hat kirin. Penaberan nasnameya ji bo ku li Tirkiyeyê bi kar bînin dabûn wan, li vê derê teslîm kirin.
Piştî ku kar û qeydên wan kuta bû, destûr hat dayîn ku ew derbasî welatê xwe bibin.
- "Ji ber ku ez ê cardin biçim mala xwe ez kêfxweş im"
Xalid Îbrahîmê ku vegeriya welatê xwe, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew kêfxweş e ku ew ê cardin vegere mala xwe.
Adul Salih jî got ku ew ê dostaniya Tirkiyeyê tu wextî ji bîr nekin û got ku ew ji ber vegera welatê xwe bi kelecan e.
Ji aliyekî din ve hat gotin ku heta niha ji 200 hezar kesên ku xwe sipartibûn Tirkiyeyê, jê nêzî 80 hezar vegeriyan welatê xwe.