26 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
LONDRA
The Independenta rojnameya sereke ya Îngiltereyê îro cara dawîn hat çapkirin.
Rojnameyê bi çapa dawîn a li ser kaxizê va îro xatir ji xwendekaran xwest û ji sibê pê va êdî bi tenê li ser înternetê bê weşandin.
Rojnameyê bi çapa dawîn ra 4 parçeyên bîranîn jî da xwendekarên xwe û di sernivîsa dawîn da wiha got: "Me 30 salî dijî durûtî, cehalet, zordarî, feqîrî, derew û magazinê têkoşîn da. Heke hûn qîmetê didin kirinên me werin me onlîne bixwînin."
Di çapa dawîn a li ser kaxizê ya The Independentê da Serokwezîrê Îngiltereyê Davîd Cameron wiha got: "Ev çapa dawîn a li ser kaxizê ya ronameyê ji bo çapameniya îngilîz qehr e. Vê rojnemayê 30 salî bi sebr û fikran va qeyda bûyeran girt. Dibe ku em her tim di heman fikrê da nebûn lê belê di navenda çapemeniya azad da roleke mezin dilîst."