02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê mensûbên PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî va êrîş li dar xistibûn û derb li pitik Muhammed Canê hê 4 mehî bû jî ket. Ji bo dermankirinê jî ew li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û can da.
Bavê wî Hasan Erîngîn piştî mirina sebiyê xwe got: "Ez nizanim çi bibêjim. Xwedê bela xwe bide kesên ku ev jan berdan dilê me."
Mensûbên rêxistina terorê di 4ê mijdarê da li Baglara navçeya navendê bi minîbuseke 3 ton tijî bombe va êrîş li dar xistin û pitikê 4 mehî Muhammed Can jî di êrîşê da birîndar bû. Ji bo dermankirinê ew birin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Bavê wî Erîngîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tu eleqeya kesên ev êrîş li dar xistine bi misilmantiyê tuneye.
Erîngîn got ku ji bo dîtina pitika xwe her roj diçû nexweşxaneyê û wiha peyivî: "Pitika me mir. Ez nizanim çi bibêjim. Kuleke mezin e. Kesên ev tişt bi serî me anî Xwêde ji wan ra nehêle. Yên van tiştan dikin ne mirov in."
Erîngîn got ku ew ji bo dayîkbûna Muhammed Can gelek kêfxweş bûbûn, her roj 3 qîzên wî pirsa biraye xwe dikin û ev ji bo dilsojiyeke mezin e.
Li Baglara navçeya Diyarbekirê di 4ê çiriya paşîn de nêzî avahiya Midûriyeta Şûbeya Hêzên Çevîk a li Xaçerêya Aydin Arslan terorîstan minîbûsa teqemenî barkirî teqandibûn, di teqînê de 2 polês şehîd ketibûn û 7 welatî jî miribûn û ji 100î jor mirov birîndar bibûn.