Türkan Tosun
17 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
BATMAN
Li Batmanê welatî şelxemên ku payîzê di bin erdê da çal dikin di van deman da derdixin û dixwin.
Li navçeya Sasonê welatî payîzê li quntarê Çiyayê Meretoyê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 821 mêtro ye çandiniya şelxeman dikin, paşê çaleke qasî mêtroyekî kur vedidin û şelxeman dixin vê çalê.
Di meha çileya paşîn û sibatê da şelxemên ku ji van çalan tên derxistin an tên kelandin an jî bi goşt va tên qelandin û sifreyan dixemilînin.
Kîloya şelxeman bi 4 an jî 5 lireyan tê firotin.
Abdulselam Yavuzê li gundê Gurgenliyê dijî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand şelxem ji bo gelek nexweşiyan baş e û wiha axivî: "Em havînê datînin, payîzê derdixin û ji bo zivistanê di bin erdê da çal dikin. Dibêjin şelxem ji bo pençeşêrê, nexweşiya şekir û gelek nexweşiyên din baş e."
- "Şelxem derman e"
Ferzende Soysalê li gundê Kayaduzuyê dijî jî got xwarina şelxeman zivistanê pir xweş e û wiha dewam kir: "Em payîzê dixin bin erdê û ew 4-5 mehan di bin axê da dimînin. Zivistanê di hefteyê da carekê em erdê dikolin û derdixin. Şelxem di bin axê da xirab nabe. Heta havînê bimîne jî xirab nabe. Heke bi goşt va bê çêkirin bêtîr xweş dibe. Şelxem derman e."