Haydar Şahin
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
IGDIR
Tametêsên hişkkirî (çirîkên tametêsan) yên ku bi salan e jinên ji Îdirê ji bo zivistanê hişk dikin bi destê veberhênerekî îxracî Ewropayê dibe.
Nevruz Sadakê veberhêner tametêsên ji navendê û gundan tên komkirin li fabirqeya bi tenê jin tê da dixebitin hişk dike û îxracî Almanyayê dike.
Tametêsên hişkkirî yên di fabirqeyên Almanyayê da tên paketkirin û hurkirin jî li gelek ciyên Ewropayê tên firotin.
Sadak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di saziya xwe ya li Almanyayê da dexl û denê herêmî yê Îdirê wekî meze amade dikin û dişînin ser sifreyên Ewropayê.
Sadak bal kişand ku dexl û den di şert û mercên tebiî da tên berhevkirin û wiha pê da çû: "Em tametêsên li ber tavê tên hişkkirin îxracî Almanyayê dikin. Di dema çandiniya van da em dermanan bi kar naynin, li ber tavê di şert û mercên tebiî da hişk dikin, ji vê derê îxraxî Ewropayê dikin.
"Me mişteriyên xwe hînî dexl û denê vê derê yê tebiî kir"
Sadak got ku çîrikên tametêsan ên Îdirê li Ewropayê eleqeyê dibînin û wiha pê da çû:
"Ji bo mezeyên ku em çêdikin tametês amûreke girîng e. Lêbelê zivistanê li Îdirê çandiniya tametêsan nayê kirin. Me mişteriyên xwe hînî dexl û denê vê derê yê tebiî kir. Ji bo vê jî ji bo tehma mezeyên me neguhere jî tametêsên vê derê ji me ra lazim dikin. Em jî tametêsên ku zû dirizin hişk dikin ku hetanî zivistanê tamîş bibin û em jî tengasiyê nekişînin. Dema qenc hişk bikin hetanî 2 salan xirab nabin."