Abdullah Tel
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
VAN
Li Wanê cotkar Necmettîn Dîrek ev 9 sal in ku bi teleferîkê diçe nav erdê xwe yê rêya wî tuneye.
Cîranên Dîrekê 54 salî yê ku li Taxa Kurubaşiyê dijî rêya wî ya diçû ser zeviyê lê girtin û ew jî demekî dirêj ji bo biçe nav zeviya xwe bi qasî saetekî dimeşiya.
Lê ji ber ku her roj dimeşiya Dîrek li çareyeke nû geriya û pergala teleferîkê ya li Rîzeyê dît ji bo baxçeyê xwe ava kir.
Dîrek bi navbeynkariya hevalê xwe hostayê teleferîkê ji Rîzeyê anî û di navbera mala xwe û zeviya xwe da pergala teleferîkê çêkir.
Pergala teleferîkê ya ku bi ceyranê dişixûle rêya bi qasî saetekî dewam dikir niha di nav 40 çirkî da diçe nav zeviya Dîrek.
Cotkar Dîrekê ku 9 sal berê ev pergal ava kiriye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Zeviya min bi qasî 250 metre ji mala min dûr e lê cîranên min ew rêya ku diçû ser zeviya min bi hinceta di nav zeviya wan da derbas dibe li min girtin. Li ser wê min jî biryar da ku pergala teleferîkê li vê derê ava bikim lê kesên li Wanê hilkêşokê çêdikin xwe nedan ber vî karî. Ez jî çûm Rîzeyê û min bi hostayê teleferîkê yê li wê derê bû ra hevdîtin kir û ew anî vê derê. Min amûrên hewce dikir temîn kir û di navbera mala xwe û zeviya xwe da teleferîk çêkir."