Jiyan

Têjika werşeqê bi bîberonê xweyî dikin

Li Bayburtê têjikeke werşeqê hat dîtin û wezîfedar bi bîberonê xweyî dikin

İbrahim Atmaca   | 22.08.2019
Têjika werşeqê bi bîberonê xweyî dikin

Erzurum

Li Bayburtê têjikeke werşeqê hat dîtin û wezîfedar bi bîberonê xweyî dikin.

Li devera çiyayî ya Bayburtê şivanekî têjikeke werşeqê dît û teslîmî wezîfedarên Midûriya Şaxa Parastina Siruştê û Parqên Neteweyî kir.

Wezîfedaran ji bo tenduristiyê têjik kontrol kir û paşê anîn Midûriya Herêma 13emîn a Parastina Siruştê û Parqên Neteweyî û hildan bin parastinê.

Saziyê ji bo têjikê beytarê heywanên kovî Selçuk Bayraktar wezîfedar kir û têjik di bin kontrola Bayraktar da tê xweyîkirin û bi bîberonê mîna dergûşan şîr didinê.

Wê têjikê bişînin Navenda Xelaskirina Jiyana Kovî û Rehabîlîtasyonê ya Zanîngeha Kafkasê û heta ku mezin bibe wê li wê derê bimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın