Reşit Dağ
02 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2025
Li Wêranşehira navçeya Şanliurfayê Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî (SYDV) li 4 hezar malbatan komirê bela dike.
Li gor daxuyaniya ku ji Qaymeqamtiya Wêranşehirê hat dayîn, SYDVyê dest pê kir û li malbatên ku pêş da hatine tesbîtkirin, 2 hezar û 600 ton komir bela dike.
Wezîfedar li navenda navçeyê û gundan komirê teslîmî navnîşanên tesbîtkirî dike.
Di daxuyaniyê da cih dan gotinên Qaymeqamê Wêranşehirê Kemal Ulku jî. Ulku diyar kir ku xebat bi baldarî dewam dikin, ji bo malbatên feqîr wan hemû derfet seferber kirin.
Welatî jî kêfxweş bûn û spasiya Qaymeqam Ulku kir.