Li Kilîsê wesayîteke bazirganiyê ya sivik û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
Kilis
Li Kilîsê wesayîteke bazirganiyê ya sivik û wesayîtek li hev qelibîn, di qezayê da jê 5 giran, 6 kes birîndar bûn.
Wesayîta bazirganiyê ya sivik ya ku şofêrê wê A. O. ye û plaqeya wê 27 ANJ 455 e, li ser rêya Kilîs-Hatayê, di kîlomêtroya 39emîn da bi wesayîta ku şofêrê wê M.V.B û plaqeya wê 27 ASM 861 e qelibî.
Li ser cabdayînê cendirme û ekîbên tenduristî, agirkuj û AFADê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da her du şofêr û 4 kesên di wesayîtan da bûn, birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Hassa û Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşca ya Kilîsê.
Hat ragihandin ku ji birîndaran, rewşa 5 kesan giran e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
