Abdullah Tel
21 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Riha li Tirkiyeyê yek ji navenda girîng a pez xwedîkirinê ye û şivanên li wir jî di demsala zivistanê da hê jî li ser karê xwe ne û ji bo çêrandinê pez derdixin mereyan.
Li herêmê bi qasî 2 milyon pez heye û bi saya barana ku ji meha îlonê vir va barî jî deşt û mêrg hêşîn bûn.

Kesên li navçeya Ceylanpinar a ser sînorê Sûriyeyê dijîn ji ber çêra mêrg û mereyan kêfxweş in û wisa bawer dikin ku ev demsal wê ji bo wan bi xêr û bereket be.
Zêdebûna çêreyê ji aliyekî va karê şivanan hêsan kir lê ji aliyê din va jî di van rojên sar da ew şeveder man.

Ji şivanan Mehemet Çetîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku karê ew dikin zor û zehmet e lê êdî hîn bûne û wiha pê da çû: "Em ji bo ku alif nedin pezê xwe li mereyan berî nav hêşînahiyê didin. Îsal baran zêde bû. Pezê me jî li mereyê ye, ew li vir diçêrin û em jî ji ber vê bi şev û roj li vê derê dimînin. Em xwe ji vir nadin alî û nan û ava me jî bi wesayîtan ji me ra tînin. Dema pez têr dixwe em jî ji xwe ra çayê çêdikin û li bêhna xwe vedidin. Bihayê debrê gelekî zêde ye. Em dixwazin ku ew barê li ser pişta me bi saya vê hêşînahiyê piçek kêm bibe. Wisa nebe ji qezenca me tiştek di destê me da namîne."

Salih Arpat jî destnîşan kir ku baran zehf dibare û ew jî ji bo ku berxik di sermayê da neqefilin gelek hewl didin.