Şeva Qedrê ya ku "ji hezar mehî bi xêrtir e" wê sibê bê îdraqkirin
Ankara
Şeva Qedrê ya ku di Qur'ana Pîroz da wek "ji hezar mehî bi xêrtir e" hatiye diyarkirin, wê sibe bê îdraqkirin.
Tê gotin Şeva Qedrê ya ku Qur'ana Pîroz di wê şevê da dest bi nazilbûnê kiriye, teqabilê şeva 27emîn a meha remezanê dike.
Li gor Îslamê, Şeva Qedrê ew şev e ku "deriyên semayê tên vekirin, dia û tobe tên qebûlkirin."
Di Qur'ana Pîroz da weke şev bi tenê navê vê şevê derbas dibe û wiha behsa vê şevê tê kirin:
"Bê şik, me Qur'an di Şeva Qedrê da daxist. Ma tu dizanî ka Şeva Qedrê çi ye? Şeva Qedrê ji hezar mehan bi xêrtir e. Di wê şevê da milyaket û ruh bi destûra Rebbê xwe, ji bo her cûre karî dadikevin. Ew şev heta zereqa sibê xweşî ye."
Şeva Qedrê wê ji hêla Serokatiya Karên Diyanetê va li seranserê welêt li mizgeftan bi îbadet û diayan bê derbaskirin.
Pisporê Lijneya Bilind a Karûbarên Dînî Omer Tiryakî ji nûçegihanê AA ra daxuyand, ji ber ku Qur'ana Pîroz di vê şevê da nazil bûye, Şeva Qedrê pir girîng e.
Tiryakî anî ziman ku Hz. Mihemed gotiye kê di Şeva Qedrê da bi bawerî nimêj û diayan bike, guhehên wan ên berê dibe ku bên efûkirin û wiha axivî: "Bi teqezî nayê zanîn ku Şeva Qedrê şeva çendemîn a meha remezanê ye. Hz. Pêxember girîngiyeke taybet daye deh şevên dawîn ên meha remezanê û pêşniyaz kiriye ku bila misilman Şeva Qedrê di van şevan da bigerin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
