Jiyan

Li Batmanê di rezên tiriyên mezroneyê yên tescilkirî da heyama qusandinê

Şahin Seçen  | 15.03.2026 - Rojanekırın : 15.03.2026
Li Batmanê di rezên tiriyên mezroneyê yên tescilkirî da heyama qusandinê Şahin Seçen

Batman

BATMAN (AA) - Li Batmanê hilberîner di nava rezên tiriyên mezroneyê yên tescilkirî da berî sezona nû, karê qusandinê dikin.

Di rezên tiriyên tescilkirî da yên ku tiriyên resen ên navçeya Kercewsê ne û di heman demê da li hin gundên navçeya Heskîfê jî hêşîn dibin, hilberîner karê qusandinê dikin.

Li gundê Uzundereyê yê Heskîfê, Ramazan Tayfurê hilberînerê tiriyên tescilkirî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku qedera 16 salan e cotkariyê dike.

Tayfur bal kişand ku karê qusandinê, karekî bi zehmet e û jê ra sebr pêwîst e û wiha got, "2 celeb tiriyên me hene. Yek jê reş, yê din jî tiriyê mezroneyê ye. Em di qedera 30 donim erdî da hilberînê dikin. Em bi alîkariya der û cînaran karê qusandinê dikin."

Tayfur bal kişand ku ew ji tiriyê tescilkirî, dims û bestêq çêdikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın