Fırat Taşdemir
2022 ж. 27 ақпан•Rojanekirin: 2022 ж. 28 ақпан
Şeva Mîracê ku bi pê baweriya Misulmanan li gorî salnameya qemerî di 27ê Receba 621ê hîcrî de qewimiye û wê weke şeva bihewaketina Pêximberê Îslamê Muhemmed ber bi asîmanan ve qebûl dikin, li Sêrt, Mêrdîn û Batmanê bi dueyan hat îdrakkirin.
Miftîtiya Sêrtê bi boneya Şeva Mîracê li tek Mizgefta Mezin a dîrokî, li mizgeftên Sancaklar Çarşî, Kadir, Ensar, Şeyh Tayyar, Yeni Mahalle, Ebul Vefa, Şeyh Faraç û Halid Bin Velid bername saz kirin.
Li Mizgefta Mezin piştî tîlaweta Qurana Pîroz, mewlûdname hat xwendin û due hatin kirin.

- Mêrdîn
Li navenda bajarê Mêrdînê li Mizgefta Şakir Nuhoglu bi boneya şevê Qurana Pîroz hat xwendin, mewlûdname hat xwendin û due hatin kirin.
Herwiha di bernameyê de îlahî hatin gotin û Miftiyê Wîlayetê Alî Hayrî Çelik weaz dan.

- Batman
Li Mizgeftên Batmanê jî bi boneya Şeva Mîracê bername hatin lidarxistin.
Li Mizgefta Merkez Kudretê piştî nimêja eşayê Qurana Pîroz hat xwendin, bi zimanên Tirkî, Kurdî û Erebî mewlûdname hat xwendin, îlahî hatin gotin û due hatin kirin.