Önder Beyter
27 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
ANKARA
Endamê Lineya Bilind a Karûbarên Dînî ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê Zekî Sayar der barê sê mehan da wiha got, "Pêxemberê me heya ji dest hatiye ev meh bi rojî û xwendina Qur'ana Kerîm va derbas kiriye. Em jî divê bidin ser rêça pêxemberê xwe."
Destpêka sêmehan a ku meha Remezanê jî di navê da ye, 29ê adarê roja çarşemê ye. Yekemîn êvara pêncşema meha Recebê ku 30ê adarê ye, dê Qendîla Regaîbê were îdrakkirin.
Endamê Lineya Bilind a Karûbarên Dînî Sayar der heqê sêmehan da daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir ku bi rastî di Qur'ana Kerîm û hedîsên Hz. Pêxember da pênaseyeke wekî "sêmeh" tuneye û wiha xeberda, "Lêbelê meha Receb, Şaban û Remezanê yên ku gelê me wekî sêmeh îfade dikin, ji mêj va di jiyana me ya dînî da cihekî xwe yê girîng hene. Bi hatina van mehan ra xelqê me jiyana xwe ya manewî û dînî rêkûpêktir dike û xwe ji van mehan ra amade dike. Hz. Pêxember jî eleqeyeke taybet nîşanî van mehan daye."