Müslüm Etgü,Fevzi Kemal Karagöz
17 Nîsan 2021•Rojanekirin: 20 Nîsan 2021
Ava sûsê ya ku bi taybetî li alî Riha, Enteb û Diyarbekirê tê vexwarin di meha remezanê da zêdetir tê kirîn.
Di mehên biharê da li erd û zeviyên bajarên wek Enteb, Riha, Diyarbekir û Mêrdînê nebata sûsê bi xwe digihêje.
Şerbetfiroş yan diçin wan berhev dikin û yan jî ji kesên berhevkirine dikirin û di sîtilên mezin da dikelînin.
Ava sûsê ya amade dibe tijî tûr û yan jî şûşeyan dikin û bi wî halî tên firotin.

Li herêmê ava sûsê wek şifa tê hesibandin ji bo kesên hîn nebûne tehm piçekî giran tê lê kesên hînî tehmê bûne jî wek tiryak in lewra ew mîdeya mirov rihet dike û bi vexwarina wê mirov hênik dike.
Ava sûsê ji ber van taybetiyên xwe jî herî zêde di meha remezanê da ji ser sifreyan xalî nabe û welatî eleqeyê nîşan didin.
- "Ava sûsê di meha remezanê da ji ser sifreyan kêm nabe"
Mehmet Yilmazê 55 salî ku ev 40 sale ava sûsê difiroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji berhevkirinê dest pê bik heta çêkirina şerbetê karê ku dike zehmet e.
Yilmaz qala çêkirina merheleyên ava sûsê kir û wiha got ku piştî ji hev qetandinê nebata sûsê dikelînin û wiha domand: "Di meha remezanê da eleqe gelek zêde ye û ev jî bo me baş e. 1,5 lîtreya wê bi 4 lireyî difiroşin. Mîda meriv rihet dike û ji ser sifreyên remezanê kêm nabe."
Ji mişteriyên ava sûsê Kamîl Alici got ku ew 60 kîlometre li dûrî navendê rûdinê û ji bo ava sûsê bikire hatiye navendê û wiha pê da çû: "Em li gor rê û rêzikên mesafeya civakî dikevin rêzê ava sûsê dikirin. Bi rastî jî tehma wê pir xweş e. Dema sar be meriv vexwe wecê dibire."
- Rihayî şerbeta xwe ji hostayê 60 sal e vî karî dike dikirin.
Abdullah Culhayê 79 salî ku ava sûsê wek berhem li Enstîtuya Patent a Tirk daye tescîlkirin û destûra çêkirina wê jî hildaye li ser Kolana Sarayonuyê ev 60 sal e ava sûsê difiroşe.
Culha destnîşan kir ku li ber destê bavê xwe hînî vî karî bû û 60 sal e jî heman karî didomîne û wiha domand: "Ava sûsê li Rihayê gelekî tê vexwarin û di meha remezanê da zêdetir tê kirîn. Şêniyên Rihayê di meha remezanê da ava sûsê ji ser sifreyên xwe yên fitarê kêm nakin."