Jiyan

Li Tunceliyê bi hatina biharê ra berfînên hêşin kulîlk vekirin

Sidar Can Eren  | 16.04.2021 - Rojanekırın : 20.04.2021
Li Tunceliyê bi hatina biharê ra berfînên hêşin kulîlk vekirin Sidar Can Eren - AA

Tunceli

Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi hatina biharê va berfînên hêşin kulîlk vekirin.

Li Ovacixê piştî zivistana dijwar bihar hat dîmenên xweşik derdikevin holê.

Li Tunceliyê bi hatina biharê ra berfînên hêşin kulîlk vekirin

Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi hatina biharê va berfînên hêşin kulîlk vekirin. ( Sidar Can Eren - Anadolu Agency )

Bi reşbûna erdê ra Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Kaniyên Munzurê, Şirşirnegên Çilpêlekanê û Geliyê Mircanê, li navçe, daristan, zevî û mêrg bi berfînên hêşin rengîn bûn.

Berfînan bi berf û keskahiya tebîetê va dîmenên xweşik derxistin holê.

Moz û pilo li dora berfînan difirin û ji bo wênekêşên tebîetê jî dîmenên balkêş derdikevin holê.

Hezkiriyên wênekêşiyê bi rêgeha wênekişandinê ya makroyê va kulîlkan ji nêz va dikişînin.

Îlhan Zedefê ji herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku biharê xweşikahiyên li Ovacixê zehf cuda ne.

Zedef got li navçeyê du demsal bi hev ra tên dîtin û wiha axivî: "Zivistaneke zor û zehmet derbas bû. Niha erd reş dibe û li her alî hêşinahî heye û kulîlk vedikin. Em jî kêfa van xweşikahiyan derdixin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın