Jiyan

Xurekên ku di firûnên kevir da dipijin sifreyên remezanê dixemilînin

Mehmet Fatih Aslan  | 02.05.2021 - Rojanekırın : 05.05.2021
Xurekên ku di firûnên kevir da dipijin sifreyên remezanê dixemilînin

Şanlıurfa

Li Şanliurfayê ji xurekên tepsiyê bigrin heta dolme, lehmecûn û xurekên malan gelek xurek li firûnên taxê tên pijandin.

Li Şanliurfayê xurekên goşt, bi salçe, tûj û bibiharat bingeha çanda mitfaqa bajêr e.

Bi xurekên wê yê dewlemend va meha remezanê dema ku fitar nêzîk dibe ji kebaban bigre heta lehmecûn, birinc, nok, fasolî û ji xurekên malan ji kek, dolme û xurekê dîzikê gelek tehm li firûnan tên pijandin.

Welatî paşê bi nanê loş ê herêmê va xurekê xwe ji firûnê hildidin û dibin didin ser sifreya fitarê.

Di paşîvê da jî heta li ber firûnan qerebalixî çêdibe û nanpêj heta dereng mesaî dikin.

Alî Doganê ku li navçeya Halîliyeyê taxa Ahmet Yesevî firûna wî heye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di meha remezanê da karê wan pir zêde dibe.

Dogan diyar kir, ji ber ku cureyên xurekan pir zêde ye, firûn tên tercîhkirin û wiha dewam kir, "Bi taybetî di meha remezanê da em gelek cure xurekan di firûnê da dipêjin. Digel xurekên ku di tepsiyan da tên çêkirin, em gelek xurekên wek lehmecûn, xurekê dîzikê û pîde jî dipêjin. Ji bo ku zêde qerebalix çênebe em ji welatiyan ra dibêjin bila xwarina xwe zû bînin, lê dîsa jî em pir diwestin û fitara xwe li firinê vedikin.

- "Xwarinên di firinên kevir da dipijin zêdetir bitahm in"

Mahmut Şîmşekê firincî jî got ew rojiyê digirin, hewa germ e û xebata li ber agir jî pir zehmet e.

Şîmşek anî ziman karê wan zehmet be jî ew hewl didin baş dixebitin û wiha dewam kir: "Welatî dibêjin xwarinên di firinên kevir da dipijin zêdetir bitahm in û tînin li vir. Bi taybetî kebaba siniyê, xwarinên bi kartol, pîvaz, firîngî û balîcanê reş va li ser agirê daran tên çêkirin zêdetir xweş dibin. Ji ber ku em van xwarinan li vir dipêjin û digîhinin sifreyên fitarê, em gelekî kêfxweş in."

Ji mişteriyan Halîl Temîz jî got pijandina xwarinan ên di firinan da li bajêr çandek e heta wisa ku ew di paşîvê da jî diçin firinan.

Temîz wiha dewam kir: "Tahma xwarinên di firinan da tên pijandin pir xweş e, yê van xwarinan xwarine jixwe dizanin. Ji ber vê em çi çêbikin tînin di firina kevir da dipêjin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın