İbrahim Atmaca
26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 29 Hezîran 2019
Li Bismila navçeya Diyarbekirê fîrmayeke bêtona hazir ji bo çêkirina bêtonê pêşda 5 ton qûm anîbûn û piştî ferq kirin ku hecheckan li ser qûmê hêlîna xwe çêkirine, biryar da ku ji ocaxê qûma nû bînin.
Li Bismilê karkerên fîrmaya bêtonê ferq kirin ku hecheckan li ser qûmê hêlîn çêkirine, cab dan rayedarên fîrmayê.

Rayedarên fîrmayê li ser vê yekê ji qûça qûmê anîna qûmê da sekinandin.
Rayedarên fîrmayê guh nedan mesrefa anîna qûmeke din û biryar dan ku bi makîneyên kar va ji ocaxa qûmê qûm were anîn.
Rayedar û karkerên fîrmayê car caran teseliya hêlînên hecheckan dikin û heke carinan cûcikên hecheckan ji hêlînê derketibin, wan dixin hêlîna wan.

Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya Koma Başaranê Halîl Başaran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan di meha remezanê da ferq kir ku hecheckan li ser qûmê hêlîn çêkirine.
Başaran destnîşan kir ku ji bo ku hêlîna hecheckan xerab nebe, wan nexwast ku wê qûmê bixebitînin û seba ku qûmeke din bînin, wan kamyon û kepçe kirê kir.