İbrahim Atmaca
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 27 Hezîran 2019
Li Cizîrê 10 hezar cûcikê elokan li şêniyên navendê û gundan hatin belakirin.
Di merasima ku li Meydana Cumhuriyetê hat lidarxistin da Îdareya Pêşketina Herêma GAPê di çarçoveya Projeya "Hilberîneriya Elokan a Cizîrê" da li şêniyên navendê û gundan 10 hezar cûcikê elokan û 60 ton qût hat belakirin.
Qaymeqamê Cizîrê Faîk Arican diyar kir ku ew ji bo vê projeya mînak kêfxweş e û wiha dewam kir, "Mesrefa vê projeyê nêzî 300 hezar lireyî ye. Ji sedî 70yê projeyê hîbe ye."