Türkan Tosun
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Gercuşa navçeya Batmanê der û dora gola Kirkatê wek cihê geştê hat çêkirin.
Şaredariya Gercuşê ji bo ku li der û dora gola Kirkatê ya 12 hezar mêtroqereyî bike ciyê geşt û seyranê 1,5 milyon lire xerc kir.

Li ser vê qadê welatî werzîşê dikin, zarok dileyîzin û malbat bi hev ra wextê xwe baş derbas dikin.
Cigirserokê Şaredariya Gercuşê Mevlut Şekercî got li navçeyê ciyekî wiha tunebû û wiha dewam kir: "Welatî ji ber vê xebata me kêfxweş in. Bi taybetî di dawiya hefteyê da welatiyên me tên vir. Ji gundan, heta wisa ku ji navçeyên li der û dor jî mirov tên. Derfetên ku dewletê dane me heta qurişa dawîn jî ji bo xizmeta gel tên xerckirin."
Huseyîn Soyvuralê ku ji bo girtina masiyan hatiye devê golê jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Malbat ji bo seyranê bikin tên devê golê. Berê cihekî wiha tunebû."
Welatî Yakup Durmaz jî got ew kêfxweş e ku cihekî wiha heye û ew bi malbata xwe va hatiye seyranê.