Türkan Tosun
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 02 Adar 2019
Li Gercuşa navçeya Batmanê Ahmet Sayişê (63) hosteyê hesinan karê ku ji bavê xwe hîn bûye bi kurê xwe va dike.
Sayişê wek "Hesinkar Ahmet" tê zanîn nêzîkî 50 salan e vî karî dike, ji bilî wek bajarên Batman, Sêrt, Mêrdîn, Diyarbekir, Şirnexê xizmetê dide muşteriyên xwe yên ji Sûriyeyê jî.
- "Ez vî karî ji bav û kalên xwe hîn bûm"

Sayiş çakuç, bivir, kêr, tevr, das û alavên din ên di çandiniyê da tên bikaranîn çêdike û naxwaze ev pîşe ji holê rabe. Ji ber vê hesînkarî hînî kurê xwe Huseyîn Sayiş jî kiriye.
Hesinkar Sayiş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wek berê karê wî nebaş e, qîmeta vê pîşeyê nemaye û wiha dewam kir: "Berê karê me pir baş bû. Wê demê qîmeta zinaetkaran hebû, lê îro tune. Ez vî karî ji bav û kalên xwe hîn bûm. Çakuç, bivir, kêr, tevr, das û alavên din ên di çandiniyê da tên bikaranîn çi bê bîra we me çêdikir. Niha em bi zehmetî karê xwe dikin. Ez vî karî hez dikim, dixwazim dewam bike, dixwazim kurê min bidomîne."
- "Pîşeyê me li hemberî teknolojiyê ji holê radibe"
Huseyîn Sayişê pîşeyê bavê xwe didomîne jî got ew 15 salane bi bavê xwe ra dixebite û wiha axivî: "Pîşeyê me li hemberî teknolojiyê ji holê radibe. Li hemberî her tiştî ezê hewl bidim pîşeya bavê xwe bidomînim."
Hasan Ozmenê ji gundê Hîsarê hatiye ku das û bivir bide çêkirin jî got alavên ji destê hosteyan derdikeve ji yê makîne çêdikin saxlemtir in û wiha dewam kir: "Em her tim tên. Dema das, bivir, çakuç, gîsinên me dişkên, ko dibin em tên. Hosteyek tenê ma, ji bilî wî tu kes vî karî nake."
Suleyman Gokê ji gundê Baglicayê hatiye jî got ew dixwaze bivir bide çêkirin û wiha dewam kir: "Hosteyê me yê dawîn maye, em qîmeta wî dizanin. Li vê der û dorê ji bilî wî tu kes tune ku vî karî bike. Hêvî dikim ew vî pîşeyî bidomîne."