23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
WAN
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên ku bi KHKyê ve hatine wezîfedarkirin berfê paqij dikin ku welatî zehmetiyê nekşînin.
Şaredariyê Bajarê Mezin a Wanê daxuyand ku berf ji ber ku zêde dibare tîmên girêdayî Midûriyeta Karên Fenê dixebitin ku berfê paqij bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Xebatkarên me xwê li rê direşînin, bi wesayîtên berfê paqijkirinê ve li taxan berfê paqij dikin. Ji bo ku welatî zehmetiyê nekşînin tîmên me dixebitin. Emê rêyên ku berfê girtiye vekin û şev û roj bixebitin."
Ji aliyekî din ve gola Sihkeyê ji ber sermayê cemed girt.