22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
30 malbatên ku ji şerê Sûriyeyê revîn û hatin Akçakaleyê, di bin konên ku bi derfetên xwe ava kirin da jiyana xwe didomînin.
Sûriyeyiyên ku ji Hesekeyê malaên xwe terikandin û hatin Akçakaleya navçeya Şanliûrfayê, bi derfetên xwe va kon vedan û tê da dijîn. Bi xêra alîkariyên welatiyên xêrxwaz debara xwe dikin.
Xidir Mehmûdê (60) sûriyeyî got ku piştî gurbûna şerê li Sûriyê, wî malbata xwe ya ku bi 10 kesan pêk tê hilda û berê xwe da Akçakaleyê.
Mehmûd got ku wî beriya ku were, li Sûriyeyê cotkarî dikir, lê çiyê wî hebe, wî mecbûr hişt û hat. Mehmûd wiha dewam kir:
"Li Hesekê bombeyek li xaniyê me ket, 2 kurên min û bûka min mirin. Piştî ku xaniyê me rûxiya û me tiştekî xwarinê nedît, tevî hin xizmên xwe me berê xwe da Tirkiyeyê. Xwedê ji xelkê tirk û Recep Tayyîp Erdoganê lîderê Tirkiyeyê û alema îslamê razî be ku deriyê xwe li me vekirin. Li navçeya Akçakaleyê li ser zeviyeke xalî me bi derfetên xwe kon vegirtin û em tê da dijîn. Gelekî sax û silamet bin ku welatiyên xêrxwaz û dezgeh car caran alîkariya me dikin."
- Serma wan ditirsîne
Xidir Mehmûd destnîşan kir ku hewa îdî sar e û stara di konan da êdî zehmet e û wiha xeberda, "Serma me ditirsîne. Tevî zarokan mayîna di konan da pir zehmet e. Dema baran dibare av dikeve hundirê konan. Alîkarî tê kirin, lê têrê nake. Em bendewarê alîkariya xêrxwazan in ku bi taybetî jî di vê sermayê da alîkariya me bikin."