İbrahim Atmaca
19 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Li Xelata navçeya Bidlîsê rûyê Gola Nazikê di sir û sermayê da qerimî û rêncber ji bo ku heywanên xwe avdin, cemedê dişkênin û jê avê hildidin.
Li herêmê hewa pir sar e û welatî tengasiyê dikşînin.
Li Xelata navçeya Bidlîsê rûyê Gola Nazikê di sir û sermayê da qerimî û rêncber ji bo ku heywanên xwe avdin, cemedê dişkênin û jê avê hildidin. ( Serdar Adıyaman - Anadolu Agency )
Li gundê Dîlburnuyê ku 26 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, av qerimîn û rêncber ji bo avdana heywanên xwe diçin Gola Nazikê avê tînin.
Lê ji ber ku rûyê golê di sir û sermayê da qerimî ye, rêncber cemeda ku heta 40 santêmî qalin bûye, bi tevr û bêran dişkênin û avê jê dibin, didin heywanên xwe.
Rêncber cemedê dişkênin û ava golê didin heywanên xwe
Ji şêniyên gund Ahmet Canbay diyar kir, rûyê Gola Nazikê her sal qeşa dikşîne û wiha dewam kir: "Ji ber sermayê ava malan jî diqerime. Em jî mecbûr dimînin û cemeda ser golê dişkênin û seba heywanên xwe avê jê tînin."